Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg ji Endamên NATO'yê Daxwaz Pirtir Çekan Bo Ukrayna Dike


Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg îro Pencşemê bang li endamên rêxistina xwe kir ku bêtir çekan bidin Ukrayna û ne tenê çekên berevanîyê yên dij-tank û dij firokeyan.

Berîya civîna wezîrên berevanîyê yên NATO'yo ya îro li Brukselê, Stoltenberg ji rojnamevan re ser alîkarîya Ukrayna axifî.

"Min ji hevalbendan xwest ku bi gelek cûreyên sîstemên cûda piştgirîyê bidin, hem çekên sivik û hem jî çekên giran, " Stoltenberg got.

Stoltenberg dîyar kir ku, welatên NATO'yê, lê ne NATO wek rêxistin, gelek cureyên çekan û piştgirîyê didin Ukrayna, lê ev 30 hevalbend dikarin piştgirîyê zêdetir bikin.

"Ukrayna şerê berevanîyê dike, jiber vê yekê jî ti wateya rastîn ya cudahîya di navbera çekên êrîşkar û berevanîyê tuneye," Stoltenberg got.

Wî dubare kir ku di heman demê de girîng e ku NATO bi Rûsyayê re nekeve nava şerekî berfireh.

“NATO hêzên xwe bo şerê li ser erd (Ukrayna) naşîne. Herwiha berpirsiyarîya me heye ku em rê nedin ku ev pevçûn li derveyî Ukrayna belav bibe; hîn kujertir, hîn metirsîdar û wêrankertir bibe," Stoltenberg got.

XS
SM
MD
LG