Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg li Tirkîyê Got Divê Endamtîya Swêd û Fînlandîya Were Pejirandin


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Pêncşemê got ku niha dem hatiye ku Fînlandîya û Swêd wek endamên nû yên tifaqê werin pejirandin.

Stoltenberg li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Mevlut Çavuşoglu re di preskonferanseke hevbeş de axifî.

Wî dîyar kir ku mijara serekî ne ew e ku Fînlandîya û Swêd bi hevdu re werin pejirandin yan ne, di zûtirîn dem de erêkirina wan e.

Çavuşoglu dîyar kir ku Tirkîye dikare her du serlêdanan ji hev cuda binirxîne.

Ji endamên NATO, bi tenê Tirkîye û Macaristanê endamtîya Fînlandîya û Swêdê nepejirandine.

Fînlandîya û Swêd, par piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên tifaqê.

Tirkîye li hember Swêdê nerazîbûna xwe zêdetir nîşan da û dîyar kir ku ew welat bo terorîstan mazuvanîyê dike.

Stoltenberg dîyar kir ku Swêd û Fînlandîya bi sîyasetên xwe li gor fikarên Tirkîyê tevdigerin û got ku ewê teror di meha Tîrmehê de bibe mijara serekî ya civîna NATO.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG