Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: Hikûmeta Orban bi Eşkereyî Piştgirîya Swêdê Dike ku Bibe Endama NATO


Hungary NATO
Hungary NATO

Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban îro Çarşemê ji X’ê ragihand ku ew Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re ser endamtîya Swêdê ya li NATO peyivîye.

Orban dîyar kir ku wî ji Stoltenberg re gotiye ku ew piştgirîyê didin Swêdê ku bibe endama NATO.

‘’Min careke din piştrast kir ku hikûmeta Macar piştgirîyê Swêdê ku li NATO bibe endam’’

Wî got ku ew bang li parlamana Macaristanê dike ku ser erêkirina endamtîya Swêdê ya li NATO dengên xwe bidin û peyvajoya erêkirinê endamtîyê bilezînin.

Stoltenberg jî ragihand ku Orban û hikûmeta wî bi awayekî eşkere piştgirîya endamtîya Swêdê ya li NATO dikin.

Wî got ku ew bê sebir li bendê ye ku parlamana Macaristanê kom bibe û endamtîya Swêdê bipejirîne.

Parlamana Tirkîyê do Sêşemê endamtîya Swêdê pejirand û bi vî awayî bi tenê Macaristan maye ku hîn endamtîya wî welatî nepejirandiye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG