Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konsulê Amerîkî li Hewlêrê Dibêje Hevkariya Aborî bi Îraq û Herêma Kurdistanê re Karê Pêşîne


Zanîngeha Amerîkî li Duhok
Zanîngeha Amerîkî li Duhok

Konsulê Amerîkî li Hewlêrê Steve Bittner di civîneke diyalogê de li Foruma Aştî û Ewlekariyê (MEPS24) ku bi mazûvaniya Zanîngeha Amerîkî li Duhok tê lidar xistin beşdar bû û ser têkiliyên siberojê yên Amerîka li Îraq û Herêma Kurdistanê axivî.

Bittner di platforma Xê ya konsulxaneye de got, têkilî ber bi hevkariya aborî ve diçin piştî salên serdestiya fikarên ewlehiyê.

Konsulê Amerîka li Hewlêrê Steve Bittner tekezî li ser giringiya peywendiyên Amerîka û Iraqê û arastekirina wan bo hevkariyên aborî kir.

Bittner di dema beşdarbûna xwe ya diyalogê de li Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Zanîngeha Amerîkî li Dihokê got ku rêkeftina stratejîk a di navbera her du welatan de gelek aliyan dihewîne, di nav wan de hevkariya aborî, çandî, tenduristî û jîngehê û bihêzkirina pêwendiyên hevbeş.

Bittner amaje bi wê yekê jî kir, ku di bîst salên borî de, nîgeraniyên ewlekarî û siyasî serweriya peywendiyên Amerîka û Iraqê bûne, lê di van demên dawî de hewl hatine dayîn ku bala xwe bidin ser derfetên aborî ku sûdeke mezin ji her du welatan re bîne.

Roja Înê, çalakiyên Korbenda Pêncemîn a Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS) ku ji aliyê zanîngeha Amerîkî li bajarê Dihok ku navenda parêzgehê ye dest pê kir.

Serok Komarê, Nûner, Serokê Herêma Kurdistanê û hijmareke zêde ji kesayetiyên fermî yên navxweyî, Erebî û Navdewletî di forumê de beşdar in.

Forum ku du rojan dom dike, organîzatorên wê dibêjin ku armanca wan ji rûniştinên diyalogê, semîner û komxebatan li ser rewşa Rojhilata Navîn û cîhanê ewe ku pirên hevkariyê di navbera welatên cihê yên beşdar de ava bikin. Pirsgirêk û çareserî û rola civakê li Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.

XS
SM
MD
LG