Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Encu û Nêzî 30 Kes Hatin Desteser Kirin


Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jibo 1’ê Gulanê xwest ku li Qada Taksîmê ya li Stenbolê deklarasyonekê eşkere bike, lê polîsan mudaxele kir û jimareke kes hatin desteser kirin.

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu, Hevberdevkên HDK'ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek û rêvebir jî di nav de herî kêm 20 kes bi awayekî kelepçekirî hatin desteser kirin.

Herwiha, xebatkarên medyayê ku xwestin wêne û dîmenên desteserkirinan bikşînin hatin asteng kirin û ji qadê hatin dûrxistin.

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ku li heman qadê bû bertek nîşanî desteserkirinan da.

“Hûn çiqas astengkirinan derxin jî 1’ê Gulan’ê wê li her derê Tirkîyê bi awayekî bi hêz were pîroz kirin. Emê mirovên sala 1977’an de yên li vê qadê hatibûn kuştin û hemî mirovên jibo 1’ê Gulan’ê hatibûn kuştin û tekoşîn dabûn, li mîtîngên 1’ê Gulan’ê de bi bîr bînin.”

Gulum bi berdewamî got ku divê kesên desteserkirî werin berdan.

“Hemî kes divê van astengkirin, terora polîsan û desteserkinan bibîne û tevlî mîtînga 1’ê Gulan’ê ya li Qada Maltepe bibe. Jibo mafê karker û kedkaran, jibo aştî, dad û wekhevîyê û dîsa jibo azadîya jinê û azadîya LGBTÎ+Q’yan emê li qada mîtîngê cîhê xwe bigirin. Bijî yek Gulan,” Gulum got.

MEB_04_18_2022_Desteserkirina_Encu
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:04 0:00

XS
SM
MD
LG