Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer roja Înê got ku divê ew jibo siberoja Sûrîyê baldar bin.
Starmer dîyar kir ku pêdivîya hemwelatîyên Sûrîyê bi rêvebirîyeke pêbawer û berfireh û ne mezhebperest heye.
Wî ser dewra Serokê berê yê Sûrîyê Beşar Esad got ku rêvebirîyeke tund bû û dîyar kir ku her çiqas ew bi ketina wî geşbîn bûne jî divê ew jibo siberojê baldar bin.
Serhildayên Sûrî bi pêşengîya Heyet Tahrîr El Şam ya Îslamî, Esad ji desthilatê gêr kir.
Karbidestekî payabilind yê YE îro Înê got ku ew hewil didin ku bi rêvebirên nû yên Sûrîyê re danûstandina dîplomatîk çêkin.
Wî karbidestê payabilind got ku ew niha dixwazin ku dîyalogê çêkin û ji rêvebirîya re nû re daxwaz û peyamên xwe bêjin.
Li gor ragihandina karbidestê Ewrupî danûstandina pêşî wê di asta xebatan de be.
Jêder: Reuters, AFP