Li bajarê Stenbolê ya Tirkîyê, li polîsxaneyeke nêzî firîngeha Ataturk peqînek hate ragihandin.
Ajansa DHA ya Tirkî ragihand ku bombe li hindûrê otomobîlekê hatibû veşartin. DHA da zanîn ku û bi kêmî ve 1 kes di peqînê de birîndar bû û rewşa wî kesî krîtîk e.
Lê, dû re, walîyê Stenbolê Vasip Şahin da zanîn ku êrîş bi peqandina motosîkletekê çêbû û 10 kes tê de birîndar bû.
Heta niha zelal nebûye ew êrîş ji alîyê kê ve hatiye kirin.