Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Weşangerîya Kurdî li Tirkîyê Çi Ye?


Di xeleka vê carê de ya bernameya “Mijarê Rojê” rewşa weşangerîya Kurdî li Tirkîyê tê gotûbêj kirin.

Rêvebirê weşanxanxaneya Nûbihar, Suleyman Çevîk, rêvebirê Weşanxaneya Doz, Koroglu Karaaslan û rêvebira Weşanxana Erda, Leyla Mîhrînaz Engîn mîvanên bernamê ne.

Karaaslan dibêje ku wan weke 26 weşanxaneyên Kurd biryar girt ku dijî êrîşên sîyasî platformek amade bikin ku bi rêxistinî dengê xwe bilind bikin.

Çevîk jî dide zanîn ku bi giştî 35 weşanxaneyên Kurd hene ku yek ji wan (Weşanxana Watê) tenê bi Zazakî pirtûkan çap dike.

Koroglu Karaslan, Leyla Mîhrînaz Engîn, û Suleyman Çevîk.
Koroglu Karaslan, Leyla Mîhrînaz Engîn, û Suleyman Çevîk.

Engîn jî bal dikşîne ku di pêşangehên pirtûkan de ew rastî helwesteke neyînî tên.

Hêjayî gotinê ye ku raporta nû ya bi navê “Li Tirkîyê Bazara Pirtûkan” li herêma Kurdan û Tirkîyê pirtir ji 2 hazar weşanxane, 150 kompanîyên belavkirinê û 6 hezar firoşgehên pirtûkan hene.

Mijara Rojê: Rewşa Weşangerîya Kurdî li Tirkîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:55:09 0:00

XS
SM
MD
LG