Serokdewletê Sri Lankayê Gotabaya Rajapaksa roja Pêncşemê nameyeke elektronîk ya kêrvekêşana xwe ji serokatiya dewletê ji serokê parlamenta welêt re şand û ev nûçe ji aliyê çavkaniyekî nêzî bûyeran ve hat piştrast kirin.
Heta amadekirina vê nûçeyê, ne diyar e ku nameya bi rêya e-maîlê hatî şandin ji Sîngapûrê piştî gehiştina di demeke kurt de hatiye şandin û hatiye erêkirin an na.
Welatiyên Sri Lankayê roja Pêncşemê li benda karvekêşana Serok Gotabaya Rajapaksa bûn ku ji ber xwepêşandanên li dij krîza aborî û nebûna pêdiviyên jiyanê yên weke av, enerjî û xwarinê li paytext Colombo pêkhatbûn û girseya xwepêşanderan gehişt bûn koşka serokatiyê, Serok ji welat reviyabû.
Rajapaksa ragihandibû ku ew ê şeva Çarşemê karvekêşana xwe ragihîne, Xwenîşander derengîya Çarşemê li ber parlemana Sri Lanka kom bûn ku hêzên ewlekarîyê gazên rondikrêj li dijî xwenîşanderan bikar anîn.
Li gorî nûçeya Reutersê, serokwezîrê welêt Ranil Wickremesinghe qedexeya derketina derve li paytexta Srî Lankayê Colombo (Kolombo) ragihandiye, qedexe wê heta sibeha Înê bidome û hewl tê dayin ku pêşî li bêaramiya zêdetir were girtin. Wickremesinghe jî li seranserê welêt rewşek neasayî ragihand.
Parlamenterên Srî Lankayê diyar kirin ku plan dikin heta hefteya pêş serokekî nû destnîşan bikin da ku dema mayî ya serdema Rajapaksa bidomîne.
Sekreterê Giştî yê Neweyên Yekbûyî Antonîo Guterres diyar kir ku ew rewşê ji nêz ve dişopîne Guterres roja Çarşemê di twîtteke xwe de got, "Girîng e koka şer û xwepêşandanên protestoyan werin çareserkirin."
Her wiha Guterres got, ez bang li hemû rêveberên partiyan dikim ku rihê lihevhatinê ji bo veguhestineke aştiyane û demokratîk hembêz bikin.