Yekîtîya Rewşenbîrên Efrînê xoleka perewerdeya zanistên civakî jibo ciwanên Efrînê yên li herêma Şehba rêkxisrin
Ciwanên jiya wan di navbera 18 – 25 salîyê de ne waneyên di mijarên cude de dibînin, weke Siyaset, aborî, civakî, qanûn û felsefeyê.
Serokê Yekîtîya Rewşenbîrên Efrînê Osama Ahmed dor vê çalakîyê got, “Perwede salekê didome, ku dabeşî sê qonaxan dibe, di qonaxa yekê de ku dema wê sê meh in. Xwendekar waneyên zanistên civakî bi komel distînin û di dawîyê de derbazî ezmûnên bîrdozî û pratîkî dibin”.
Di berdewamîya axaftina xwe de serokê Yekîtîya Rewşenbîran dîyar kir ku hêvîya wan ji xwedekaran bilind e, û wiha armanca xwe ragihand: “Gerek em girîngîyê bidin şoreşa zanistî, loma me xwest perwedeyeke akademî pêk bînin û nifşekî ciwanan fêr bikin, da ku kanibin lêkolînên pêwîstî civakê bikin”.
Xwendekarên tevlî perwerdeyê bûne, ji pêngava Yeyîtîya Rewşenbîran spasdarin, çimkî ew perwerde jibo wan bûye bijareka din ji xwenida bilind û zanîngehê ku jê qut bûne.