Îspanya roja Yekşemê bû qehremanê Ewrupa ya futbolê piştî ku di maça dawî ya Kupaya Ewrupayê (Euro 2024) de li hember Îngilterayê biser ket.
Ev cara çaran e di dîrokê de ku Îspanya Kupaya Ewrupayê bidest dixîne.
Li pêş 65,600 hander li Stadyuma Berlînê, lîstika fînalê bi encama 2-1 bidawî bû. Golên Îspanyayê Nico Williams û Mikel Oyarzabal avêtin, û yê Îngilterayê jî Cole Palmer bir.
Ji bilî kupaya giştî, lîstikvanên Îspanyayê çend xelatên takekesî jî wergirtin. Xelata baştirîn lîstikvan di pêşbirkê de bû nesîbê Rodri, ya baştirîn lîstikvanê genc jî çû ji Lamine Yamal e.
Kupaya Ewrupayê ku li Almanyayê lidar ket 14'ê Hezîranê destpê kiribû.
Dengê Amerîka roja Duşemê bernameyeke taybet bi analîzkirina Kupaya Ewrupayê pêşkêş dike.