Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taşçier Ragihandina Soylu ya Karberdanê Şîrove Dike


Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîye Suleyman Soylu Yekşemê êvarê li ser torên civakî ragihand ku ew berpirsê dîmenên piştî ragihandina qedexeye dur rojan e û jibo derbe li prosa tekoşîna li dijî virusakorona nekeve ji karê wezaretiyê îstifa dike. Lê Serokomarê Tirkiyê biryara wî qebûl nekir.

Hêjayî gotinê ye ku biryara qedexea derketina derve li 31 bajaran saeta paşî hat ragihandin û di nav saetek de bi sedan hezar kes ber bi market û firinan çûn ku nan û xwarin bistînin.

Pispor ragihandin ku bi wê dîmenê xetereya belvabûna virûsê zêdetir bûye.

Parlamenterê HDPê yê Amedê îmam Taşçier biryara Suleyman Soylu şîrove dike.

"Roja ku virusa korona li Tirkiye derket heta îro prose bi xeletî tê birêvebirin. Jibo ev xeletî nebe para Erdogan, dibe ku Soylu biryarek bi vî rengî dabe. Herwiha îhtîmal heye ku berîya îstîfaya wî bixwazin Soylu gavek pêş avêtibe."

Sîyasetvanê Kurd dibêje ew bawer dike ku bi vê gavê Soylu xwestîye giranîya xwe ya di nav AKP û MHPê de bibîne.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

KHF_04_13_2020_Taşçier_Soylu
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG