Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi daxuyanîyekê ji bîragiştî re serdana wezîrê navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu ya Efrînê şermezar kir.
Soylu roja eyda qurbanê çûbû bajarên Efrîn û Ezazê ku kontrola artêşa Tirk û çekdarên bi ser wê de ne.
Hevserokê meclîsa cîbicîkar ya herêma Efrînê, Bekir Elo ev serdan wek domandina dagîrkerîyê bi nav kir.
“Peyama vê serdanê berdewamkirina guhertina demografîk li Efrînê û koçberkirina gelê wê yê Kurd e. Herwiha, Tirkîye dixwaze rehetîyekê bide wan kesên li Efrînê hatine bicih kirin ku ev herêm ewle ye û girêdayî Tirkîyê ye”.
Rêvebirê Partîya Sûrîya Paşerojê Mihemed Reşîd jî dîyar kir ku serdana wezîrê Tirk ya Efrînê tê wateya berdewamîya sîyaseta destêwerdana axa Sûrîyê.
“Ew seredan herwiha bi mebesta veqetandina herêmên dagîrkirî ji axa Sûrîyê û tevlêkirina wan di nexşeya Tirkîyê de tê kirin. Ev seredan destdirêjîya ser axa Sûrîyê û serwerîya wê ye. Tirkîye dixwaze Sûrîye parçe bike, lê hember vê yekê hikûmeta Sûrî bêdeng e”.
Rojnamevan Îdrîs Henan jî înan dike ku hemî biryar û tevgerên Tirkîyê jibo pêkanîna xewnên wê yên Osmanî ne.
“Ev seredana wezîrê Tirk jibo Efrînê bi vê mebestê ye û ji sîyasetên wê yên şer li welatên Lîbya; Îraq, Azarbaycan û Qibrisê ne cuda ye. Tirkîye rêzê ji ti qanûnên navneteweyî yan pîvanên exleqî re nagire, dixwaze xewnên xwe yên Osmanî pêk bîne.”
Hêjayî gotinê ye ku Soylu di çûyîna xwe ya Efrînê de îdia kirbû ku welatê wî ti cih nerûxandine, herwiha ti zulim û mêtîngerî derheqê ol û bawerîyan de nekiriye.
Ev yek di demekê de ye ku çend raportên hiqûqî yên sazîyîn navneteweyî dîyar dikin ku sûcên şer û yên li dîjî mirovahîyê li Efrînê diqewimin û binpêkirin berdewam in.