Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku serhildayên li Xan Şêxûnê ya Îdlibê ber bi bakurê wê herêmê vedikişin.
Xan Şêxûn di sala 2014’an de ketibû destê serhildayan û ew bajar dûre di ser bûyerên karanîna çekên kîmyayî re bûbû cîhekî sembol
SOHR’ê da zanîn ku Artêşa Sûrîyê roja Duşemê bi şev ketiye Xan Şêxûnê û serhilda di rewşeke dijwar de hiştine û piştî wê vekişîn destpê kiriye.
Artêşa Azad ya Sûrîyê ya bi piştgirîya Tirkîyê jî vekişîna serhildayan piştrast kir.