Çavdêrîya Sûrî bo mafên mirov ku bingeha wê ya sereke li Brîtanya dimîne roja Sêşemê ragihand ku, êrîşên esmanî bo ser herêma Bakurê Rojavayê Sûriyê zêde bûne, herêma ku li jêr kontrola hêzên opozisyonê de ye.
Weke çavdêrî dibêje ev êrîş bûn sedama derketina hezaran kesên sivîl ji herêmê û ber bi Xan Çeyxûn ve reviyane.
Çavdêriya Sûrî dibêje, çekdarên opozisyonê mûşek avêtine çendîn bajar û bajarokan li herêmê, ev yek bo sedema kuştina kesekê sivîl û birîndarbûna 7 kesên din, Çavdêrî SOHR weha dide diyarkirin ku ev binpêkirina peymana "Herêma kêmkirina nakokiyan"e.
Ji hejî bîrxistinê ku, peymana Sêqolî di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de li Soçî hatbû îmze kirin, li gur peymanê ewê hersê welat dê hêza xwe bidin kar da ku çareseriyek aştiyane bu şer û nakokiyên li bakue û bakurê rojavayê Sûriyê bibînin.