Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku 13 koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka 13 tank birine Kobanê.
SOHR dîyar kir ku koalîsyonê tank ji bingeha leşkerî ya Qesrikê ya li herêma Hesekê birine.
Li gor ragihandina SOHR hêzên Amerîka jî ji bingehên leşkerî yên Tel Baydar û Qesrikê tank û maşîneyên leşkerî birine Kobanê.
Jêderên xwecihî û SOHR dîyar dikin ku Amerîka li Kobanê bingeheke leşkerî çêkiriye.
Amerîka di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re hevkarîyê dike.
Pêşengîya HSD’ê, Yekîneyekên Parastina Gel (YPG) dike ku wan yekîneyan li Kobanê bi têkoşîna dijî DAIŞ’ê deng dabû.
Kobanê li cîhanê wek sembola têkoşîna dijî DAIŞ’ê tê nas kirin.