Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: DAIŞ'ê li Dêrezorê Pirtir ji 20 Leşkerên Sûrî Kuştin


Syria
Syria

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) li rojhilata Sûrîyê herî kêm 23 kes kuştine.

Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR)’ê dîyar kir ku çekdarên DAIŞ’ê li Dêrezorê êrîş birine ser otobusa leşkeran.

Wê rêxistinê da zanîn ku pirtir ji 10 leşkeran birîndar bûne û rewşa hinekan giran e.

Li gor ragihandina SOHR’ê piştî êrîşê bi dehan leşker jî wenda bûne.

DAIŞ’ê sala 2019’an axa dawî ya di destê wê de hinda kir lê ew jî çalak e û êrîşan li dar dixe.

Wê rêxistinê di demên dawî de êrîşên xwe yên li bakur û li rojhilata bakurê zêde kirine.

SOHR roja Sêşemê jî dîyar kiribû ku DAIŞ’ê li Reqa, ku berê yek ji navendên cîhadîyan bû, 10 leşker û çekdarên nêzîkî hikûmetê kuştine.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG