Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan roja 25 vê mehê raportek di derbarê êrîşên şaneyên DAIŞ ê li ser herêmên HSDê belav kir.
Li groî Çavdêriya Sûrî di nvbera 18- 25ê nêsanê de, şanên DAIŞ ê14 êrîş li seranserî deverên di bin kontrola HSDê de li Dêrazor , Reqa , Hesekê û gundewarê Helebê pêk anîne.
Çavdêriyê, ragihand ku di encama êrîşên çekdarî yên li ser xalên kontrolê, êrîşên kujerî, êrîşa li ser dewriyan 10 Endamên HSDê û Asayîşê hatin kuştin , her wiha 14 endamên din jî birîndar bûne.
Li gorî jêderê, roja 24ê vê mehê çekdarên DAIŞ xalên Hêzên Sûriya Demokratîk li derdora zeviya petrolê ya Elomer li gundewarê rojhilata Dêrazorê kirn armanc.
Di heman çarcoveyê de, çekdaran xaleke kontrolê ya HSDê li kêleka bajarokê Elsebha li gundewarê rojhilata Dêra zorê kirin armanc.
Li aliyekî din çekdarên DAIŞ ê li bajarokê Ebû Hemam li gundewarê Dêrazorê, mala karmendekî Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir armanc.
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova ji destpêka vê salê ve 2022an şanên DAIŞ 76 êrîş pêk anîne ku di encamê de 54 kuştî encam dane ji vê hejmarê 18 sivîlin, û 36 jî endamên Hêzên Sûriya Demokratîk, û Hêzên Ewlekariya Hundirîn in. ev amar ji bilî şerê zindana Sinaa ya bajarê Hesekê ye.
Hêjaye bibîrxistinêye ku di 17ê vê mehê de Berdevkê Rêxistina DAIŞ "şerê tolhildanê ji kuştina her du lîderên Rêxstina terrorist DAIŞê, Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Quraşî û Ebû Hemze El-Qureşî re" ku ew li sînorê bajarokê Atma yê li bakurê Idlibê hatin kuştin, ragihand.
Li liyekî din û ji bo bi hêzkirina tektîkên şer li dijî DAIŞ ê, di vê mehê de Hêzên koalîsyonê tevî Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD 4 rahênanên leşkerî , bi guleyên zindî, bi beşdariya şervanên şer pêk anî ne.
Berpirsê navneda ragihanidna HSD Ferhad Şamî ji bo Dengê Amerîka got:
"Ew rahînanên hevbeş sûdê dide şerê dijî Daişê , ji ber Daişê tektîkên nû şer dike, lewlma pêwîstî bi tektîkên nû şerê Daişê were kirin"
Li alîyekî din, Berpirsê navneda ragihanidna HSD Ferhad Şamî tekez dike ku bilinkirina asta êrîşên Turkî ser HSD asta êrîşên şaneyên Daişê bilindtir dike.
"Pêwîste aramîya herêmê were parastin, ji ber Daişê sûdê ji êrîşên hzêzên herêmî ser HSD werdigre"
Şopîner bawerin ku aştîyeke berdewam nabvera HSD û Turkî wê bandoeke erênî ser şerê dijî Daişê bike bi taybetî li herêma Dêrazorê.
Hêjaye gotin ye ku di meha sibatê ya vê salê mezitirîn êrîşên Daişê ser zindana Sîna ya Hesekê pêk hat.
Şopîner bawerin ku ev nîşaneya bihêzbûna Daişê ye, û karîna wê ya pêkanîna êrîşan.