Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Dibêje Hêzên Amerîkî û HSD'ê li Rojhilata Dêrêzorê Nobedariyê Dikin


(arşîv)
(arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Çarşemê ragihand ku maşîneyên leşkerî yên Amerîka li rojhilata Dêrezorê çerx bûne.

Çavkanîyên herêmî radigihînin ku maşîneyên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û leşkerên Amerîkî li rojhilata Dêrezorê jî çerx bûne.

SOHR’ê dîyar kir ku maşîneyên Amerîka çûne gundê El Dahlah û hin gundên din.

Li gor ragihandina SOHR’ê firokên cengê jî li ser herêmê firîne.

Jêderên SOHR’ê dîyar dikin ku pêr Duşemê jî hêzên Amerîkî li El-Haveyc xuya bûne.

Hêzên koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka gerên leşkerî yên ji Dêrezorê ber bi Reqa ve zêdetir dike.

Çavkanîyên herêmî radigihînin ku maşîneyên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û leşkerên Amerîkî li rojhilata Dêrezorê jî çerx bûne.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, li Sûrîyê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda pêş ya Amerîka ye.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG