Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li Dêrezorê dijî maşîneyên leşkerî yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) êrîş çêbûne.
SOHR’ê dîyar kir ku êrîşa li Garanij ya li rojhilata Dêrezorê ji alîyê çekdarên herêmî ve hatiye li dar xistin.
Di maşîneyên HSD’ê de fermandar hebûne, lê ti kuştin û birîndarbûn nehat ragihandin.
Ev bûyer di vê demê de ye ku li Dêrezorê êrîşên dijî HSD’ê zêde bûne û girjîya ewlekarîyê gurtir bûye.
Jêderên SOHR’ê 10’ê Adarê jî ji Dêrezorê êrîşeke dijî HSD’ê ragihandibû.
Di wê êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) de , ku li El-Cerzî ya li rojihlata Dêrezorê li dar ketibû, endamekî HSD’ê hatibû kuştin.
Jêder: SOHR