Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Hêzên Amerîkî li Herêma Kobanê Bingehekê Demkî yê Çavdêriyê Ava Dikin


US in Iraq
US in Iraq

SOHR radigihîne ku di pevçûnên leşkerî de, di navbera HSD'ê û grûpên bi piştevaniya Tirkiyê di 15 rojên borî de 136 kes hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov SOHR, roja Înê ragihand ku di 15 rojên borî de ji encama pevçûnên leşkerî di navbera Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê û grûpên çekdar yên bi piştevaniya Tirkiyê 136 kes hatine kuştin.

Pevçûn bi çekên navîn û giran û çekên doşka di navbera HSD û hêzên leşkerî ji aliyekê ve û komên alîgirên Tirkiyê yên bi piştgiriya balafirên keşfê û dronan ji aliyê din ve berdewam in.

Ev pevçûn li derdora Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê rû didin. Her du alî jî li ser îdiaya kontrolkirin û pêşketinan, daxuyaniyên cuda didin.

Oxirkirina hin endamên HSDê li Qamîşlo
Oxirkirina hin endamên HSDê li Qamîşlo

Di vê navberê de, hêzên Amerîkî bingeheke demkî ava kirin ji bo çavdêrîkirina danûstandinan û navbeynkarîyê di navbera hêzên Tirkî û grûpên hevalbendên wê ji hêlekê û HSD ji alîyê din ve, ji bo kêmkirina alozîyan li herêmê û rêgirtin li hember rûdana wêrankariyê.

Ev yek tê piştî ku kêşe derbarê hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya paşerojê li bakur û rojhilatê Sûriyê û raporên dibêjin ku hêzeke zêde ya grûpên çekdar û Tirkiyê li derdora Kobanê hatin kom kirin.

SOHR, li gor çavkanî û datayên xwe dide zanîn ku di 15 rojên borî de ji her du aliyan 136 kes hatine kuştin û şer û pevçûn di navbera her du aliyên nakobar de didomin.

SOHR dibêje ji hejmara kesên hatine kuştin 20 jê sivîlin di nav de 3 jin hene, herwiha 81 ji çekdarên aligirên Tirkiyê hatine kuştin û 35 endamên HSD'ê û hêzên ewlekariyê li herêmê di êrîşên esmanî û di êrîşên bejayî de jiyna xwe ji dest dane.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG