Medya dîjîtal di salên dawî de bûye alaveke girîng û karîger jibo sazî û ajansên rêgirtina terorê li seranserê cîhanê, lê kes nikare înkara wê rastîyê bike ku rêxistinên terorîst jî bêtir qezencê ji vî şûrê du aliî wergirtîye, eger çi ne bi heman şêweyê berfireh yê destpêka geşbûna komên radîkal yên Îslamî.
Dema ku rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) havîna 2014’an vîdyoyên serbirîn, şewata bi saxî ya mirovan li ser YouTube û platformên din yên medya civakî weşandin, wê ew yek bi gelek zanebûn û mebest dikir da ku peyama xwe bigihîne. Lê heta ku xelkê hest bi wê rastîyê kir ku medyay bawerpêkirî ya cîhana pêşketî bê beramber ew peyam digihand xelkê seranserê cîhanê, hinekî dereng bû.
Mary McCord, ku di demê rêvebirîya Serok Barack Obama de karbidesteke payebilind a Ewlekarîya Neteweyî li Wezareta Dadê bû, dibêje ku ku “serjêkirin û bikaranîna zêde ya medyaya civakî, derveyî planan bû.”
Wê taktîka ku berovajî hemû bingehên bidestxistina piştevan û xwebexşan, alîkarîya belavkirina îdyolojîya tundrê ya DAIŞ’ê kir, jiber ku bawermendên wê îdyolojîyê pir bûn lê ne rêxistî bûn. Li gor daneyên Bernameya Pêşvebirinê ya Netewên Yekbûyî, “di sala 2017’an de li herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê 147 mîlyon bikarhênerên înternetê û 93 mîlyon bikarhênerên medya civakî yên çalak hebûn.”
Serkewt Şemsedîn, pisporê sîyasî li navenda Atlantic Council li Washington û endamê berê yê parlemana Îraqê, ji Dengê Amerîka re got ku “medya civakî platformeke dengvedana mecazî ji grûpên radîkal re dabîn dike da ku di wê platformê de îdyolojîya tundrê deng vede, bi awayekî şîyan hebe ku tevgereke radîkal li ser asta cîhanê bixîne ser pîyan û bi yek kilîk bigihêje dûrtirîn cihê cîhanê.”
Alîyê din yê xeterîya bikarînana medya civakî ku DAIŞ têde serketî bû, karîna wê rêxistinê bû jibo kişandina şervanên xwebexş ji seranserê cîhanê. Raporteke BBC ya dawîya 2017’an dîyar dike ku DAIŞ’ê karîbû nêzîkî “40,000 welatîyên bîyanî ji 110 welatan kom bike da ku tev li grûpê bibin.”
Hinek pispor pêşbînî dikin ku karên teroristî li welatên Rojavayî werin kirin, ji alîyê wan radîkalên ku vegerîyane welatên xwe ve. Li gor heman raporta BBC, nêzîkî nîvê wan (19,000) şervanên DAIŞ, hatine naskirin.
Di raportekê de li salvegerîyaa 20 salîya êrîşên 11’ê Îlonê, Ryan Lucas, rojnamevanê radyoya niştimanî li Amerîka (NPR), got ku “bi heman şêweyê El Qayîde, DAIŞ’ê bi rêka medya civakî û ji bingehên xwe şîyana dariştina planên êrîşan li welatên din hebû. Yek ji wan êrîşa sala 2015’an li Parîsê 130 kes kuştin.”
McCord got ku DAIŞ "teknolojîyeke bi awayekî pir pêşketîtir bi kar anî ji ya ku me berê li cem rêxistinên terorîst yên bîyanî dîtibû." Îro roj jî ew teknolojî ya bêyî lêçûna diravî, berdest e, ne bi tenê ji rêxistinên xwedî karîn re, lê belê jibo takekes jî dikarin bi kar bînin û bêyî zanebûn bikarhêneran, wan ber bi naveroka mijarên tund û handerên tund û tîjî û tawanan ve rakişînin.
Di dawîya 2018’an de, salekê piştî jinavbirina DAIŞ’ê li Îraq û Sûrîyê, sazîya RAND ya lêkolînan û vedîtina çareserîyan bo alozîyên sîyaseta giştî, gihişt wê encamê ku platformên medya civakî wekî “Twitter (niha X e), Facebook, YouTube û platformên din yên medyaya civakî dikarin terorîstan bi rêkên gelek erzan, bi çek bikin, çalakîyên wan bişopînin, rahênanê bi wan bikin û xwe bigehînin piştevanên xwebexşên hîn nenaskirî.”
Jiber vê rastîyê, pispor dibêjin, mercê yekê yê serkeftina tevgera cîhanî ya dijî torên terorîst, rêgirî ye li propagendeya wan ya online berî desteserkirina jêderên wan yên diravî. Lê di vê mijarê de rêgirîyek mezintir li pêş cîhana dîmokratxwaz. Ew rêgirî jî girêdayî serdema dîjîtalê ye kû ragirtina hevsengîya azadîya axaftin û azadîya bîr û baweran digel hewcedarîya şerê li dijî tundrewîyê, tim astengek tevlihev e rastî hikûmetan dibe.