Wezareta derve ya Korya Başûr roja Şemiyê ragihand ku wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken gotiye ku ew piştgirîya hewildanên Korya Başûr dike ji bo pêşvebirina têkiliyên hevkariyê yên "tendurist û gihiştî"bi Çînê re.
Blinken, ku roja Yekşemê ji bo seredaneka di asta herî bilind a karbidestekî rêveberiya serok Joe Biden de, diçe Pekînê, roja Şemiyê di pêwendiyekê ligel Wezîrê derve yê Korya Başûr Park Jin de, têkiliyên dualî, têkiliyên navbera Çînê û Korya Başûr û Korya Bakur gotûbêj kirin. Wezaretê di daxuyaniyekê de got.
Wezaretê got ku Blinken û Park bi tundî kiryarên dijminahî yên dubare yên Korya Bakur şermezar kirin, û li hev kirin ku divê Amerîka, Korya Başûr û Japonê berdewam bin li ser daxwazkirina Çînê ku rolek çêker di Civata Ewlekarî ya NY de li ser jinavbirina navokî bilîze. Daxuyaniyê agahiyên berferehtir nedan.
Karbidestên Amerîkî dibêjin, ew ne li bendê ne ku gera Blinken bo Çînê, ya yekem ji hêla wezîrek derve ve di pênc salan de, bibe serkeftinek di awayê danûstandina Washington û Pekînê de. Blinken roja Înê got ku geşt bi mebesta damezrandina danûstendinên "vekirî û hêzdar" e.
Çavkanî: Reuters