Di nav heftekê de bi sedan hemwelatîyên Kurd li gundên bajarê Bab, Carablus û Minbic ji alîyê DAIŞ'ê ve hatine revandin û heta niha rewşa wan nayê zanîn.
Çavkanîyên xwecihî ditirsin ku hinek ji wan kesên revandî ji alîyê wê gruba tundrê ve hatibin kuştin.
Ahmed Hiso Arac, Endamê Rêvebirîya Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) bal dikşîne ser rewşa xirab ya sîvîlan û banga alîkarîyê ji civata navnetewî dike.
"DAIŞ li enîya şer bi QSD nikane, loma heyfa xwe ji Kurdên gundên Babê radike. Em bi hêvî ne ku QSD di demeke kin de bigeheje herêmê û gelê me rizgar bike."