Serokê Misirê Abdulfetah El Sîsî îro Pêncşemê di hilcivîna li Malama de ji rêberên Ereb re got ku Îsraîl hewildanên ser çêkirina agirbesta jibo Gaza direve.
Sîsî dîyar kir ku Îsraîl operasyonên xwe yên li Refah ya di navbera Misir û Gaza de didomîne û got ku ew jibo derîyê sînor yê li alîyê Filîstînîyan jibo xurtkirina dorpêçê bi kar tîne.
Îsraîl û Misir ser berpirsîya girtina derîyên sînor yên herêma ku bi birçîbûna giran re rûbirû dimîne hevdu tawanbar dikin.
Karbidestên Îsraîlê pêr Sêşemê gotin ku jinûve vekirina derîyê sînor yê Refahê û şandina alîkarîyên jibo Gaza girêdayê Misir e û dîyar kirin ku Qahire hewil dide ser neçûna alîkarîyan alîyên din tawanbar bike.
Sîsî dîyar kir ku Îsraîl ji berpirsîyên xwe direve û naxwaze destekê bide hewildanên jibo agirbestê.
Wî got ku çareserîyên leşkerî nikarin berjewendîyan biparêzin û got ku bi rêkên leşkerî ewlekarî çênabe.
Jêder: Reuters