Şengalê ku tê rizgar kirin, jibo Kurdan bi giştî û jibo Êzîdîyan û gelê Şengalê bi taybet giringiya xwe heye.
Babeta rizgarkirina Şengalê û rewşa bajêrî û herêmê ya piştî rizgarkirinê, mijara bernama Hello Washington ya Dengê Amerîka bû.
Çendî rizgarkirina vî bajêrî girîng û bi zehmet bû, jinûve vegerandina û xwecih kirina xelkê bajêrî hêjî zehmetir e.
Xelkê koçber yên ku gelek kesên wan ji aliyê DAIŞê de hatîne kuştin û winda kirin û revandin, kesûkarên wan, dê bi çi şêwe bikaribin vegerin ser mal û warên xwe.
Grubên civaka Êzîdî di nava xwe de wê çawa lihevhatinekê jibo jiyanek nû li herêmê biafrînin.
Ev pirs û gelek pirsên din, bi mevanên bernamê re, hatine parve kirin,
Mevanên bernamê:
Dr. Mîrza Dinayî çalakvan û pisporê nefsanî
Xidir Domilli, çalakvan û rojnamevan
Mihemed Hesen, Rojnamevan ji Rojavayê Kurdistanê ji herêma şer
Herwiha, nûçegihanên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka le herêma bûyerê, li ser rewşa herêmê û pêzanînên dawiyê di gotûbêja Hello Washington de, beşdar bûn
Temamiya bernamê di dataya jêr de guhdarî bike.