Berpirsên dewleta Misirê roj Şemiyê radigehînin ku, di encama êrîşa li Bakurê parêzgeha Sîna pêkhatî, hejmara Kuştiyan gihye 305 kesan di nav kuştiyan de 27 zarok jî hene.
Doh, roja Înê hin çekdaran bi alayên DAIŞê êrîşek anî bû ser mizgeftekê li nîv girava Sîna ya Misirê qetlîamek pêkhat bû, dema xelk di nivêja Înê de bûn.
Leşkerê Misrê dide zanîn piştî êrîşa ser mizgeftê wan êrîşên esmanî li dij bingehên şîdetkaran pêkanîne, herwisan şeva bûrî hemiyê wan lêgerîn li dij bingehên gomanbarên tûndrê encam dane.
Êrîşa doh li dij mizgeftê pêkhatî weke bûyera herî xûnî û mezin di dîroka Misirê de tê naskirin, Serdozgeriya Misrê roja Şemiyêdi daxûyaniyekê de ragihand ku, ji bilî 305 kuştiyan 128 birîndar jî hene, kesên nivêj dikir şok bûne dema 25-30 çekdarên bi alayên Dewleta Îslamê DAIŞê ji deriyê mizgeftê û her 12 penceran wê re, bi çekan ew gullebaran dikirin.
Daxûyaniya Serdozgeriyê li gûr axiftinên şahidên bûyerê dide zanîn ku kesên çekdar serûçavên xwe bi maskan veşart bûn û yekî ji wan alayê DIAŞê liser milî bû, liser alê nivîsand bû "Eşhedu En La Îlahe Îlilah, We Eşhedu Ene Mohameden Rasulîlah", ew nivîs û ala weke alyê DAIŞê tê naskirin.
Heta niha ti aliyekî êrîş negirtîye ser xwe, lê dewleta Misrê ji sala 2013an û vir ve şerê DAIŞê dike, piraniya êrîşên wan li herêma Sîna ya Misrê pêk tên, DAIŞên li Sîna Misirê dimînin weke şaxekê wê rêxistina terorist ya çalak tê hesab kirin, piştî li Îraq û Sûriyê ew rêxistin rastî şikestinên mezin hatî.