Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Silêmaniyê Helmeta ji bo Alîkariya Rojava Hat Destpêkirin


Bajarê Silêmaniyê
Bajarê Silêmaniyê

Hejmarek ji kesayetî, parlamanter û çalakvanên xwecihî û yên derveyî Silêmaniyê, kampeyna ji bo alîkariya Rojava ragihand, çavdêr jî dibêjin," Ev helmet hem ji aliyên mirovî û hem jî yê siyasî ve pêktê."

Roja Şemiyê Geşe Dara Hefîd, yek ji kordînatorên wê helmetê ye, ji Dengê Amerîka re got, "Me helmeteke hevkarîyê ji alîyê çend kesayetî, parlemanter û kesên serbixwe ve dest pê kir. Hewildanên şexsî ne û ti aliyek siyasî li pişt wê tuneye. Ev kareke di çarçova berpirsiyariyeke mirovî û siyasî de ye."

Geşe got, "Xweşbextane hejmareke zêde ji xelkê li ser daxwaza me hatin, emê çend komîteyan pêk bînin da ku kar bikin ji bo gihandina alîkariyên darayî bo welat, ji aliyê din ve dengê xwe bighînin aliyên siyasî ku bibin yek û hesasiyeta rewşê fêm bikin. Geşedanên metirsîdar hene. Weke Kurd divê em ji van guhertinan re amade bin. Em ê ji aliyên herêmî û navendên navneteweyî re peyman bişînin."

Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê, hejmareke mezin ji xelkê û kurdên navçeyên cuda yên rojava koçber bûne û di rewşeke nebaş a jiyanê de ne, bi taybet piştî ku êrîşên bi pêşengiya Heyat Tehrîr Al-Şam bilez pêş dikevin û kontrola bajar û herêmên li jêr destê rejîma Asad dikin.

Şiwan Mihemed, beşdarekî din di kampeynê de, ji Dengê Amerîka re got,

"Mezinahiya bûyerê hewce dike ku Kurd li her çar parçeyên welat yek hewlest û yek deng bin, ez hêvî dikim ku em bikarin Kurdên Rojava ji hewildanên tunekirina nijadî biparêzin, ji ber ku bi hezaran kurd di bin wê metirsiyê de ne."

Şiwan dîsa got,"Em bang li aliyên siyasî yên herêmê dikin ku yek helwest bin û medyaya xwe têxin xizmeta vê mijarê. Em hêvî dikin ku têkiliyên wan bi welatên cîran re nebe sedem ku li hemberî Rojava bêdeng bimînin."

XS
SM
MD
LG