Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sierra Leone jibo Hilbijartina Serokekî Nû Ser Sindoqan E


Dengderên li Sierra Leone îro Çarşemê li ser sindoqan in ku serokekî nû, endamên parlemanê û yên meclîsên xwecîhî hilbijerin.

Serokê niha, Ernest Bai Koroma yê ji Kongreya Hemî Gel (All People's Congress) karê xwe ber dide jiber ku qanûna bingehîn ya Sierra Leone rê nade ku serokek ji du caran pirtir li ser posta xwe bimîne.

Di hilbijartinên îro de ku gel alaqayeke mezin nîşan dide û li navendên dengdanê dorên dirêj pêk hatin.

Çavdêr nikarin bi hêsanî pêşbînî bikin ku kîjan berbijar dikare di hilbijartinê de serketî be.

Lê, berbijarê partîya serok Koroma û wezîrê derve yê berê Samura Kamara, generalê berê Juluis Maada Bio yê partîya opozîsyonê, Partîya Gel û karbidestê berê yê Neteweyên Yekbûyî Kandeh Yumkella ji Koalîsyona Mezin ya Netewî di pêş de xuya ndibin.

Di hilbijartinan de, jin jî di nav de, bi giştî 16 berbijar hene û çaverê ye endamên hilbijartinê dawîya vê heftê werin eşkere kirin.

Pisporên sîyasî bawer nakin ku ti berbijar dê bikaribe 55 ji sedê dengan werggire, loma jî çaverê ye ku gera duyê ya hilbijartina seroktîyê were kirin.

XS
SM
MD
LG