Li Wanê tevî serlêdana parêzer û malbata Hanîfe Arslana 76 salî ku hejmarek nexweşîyên wê hene, ji zindanê nayê berdan.
Hanîfe Arslan ku endama meclîsa Dayikên Aşitîyê ye, di salan 2007’an de bi îdiaya “endamtîya rêxistina çekdarî” 6 sal û 3 meh cezayê zîndanê hatibû ceza kirin. Ev 20 meh in li zindana tîpa T ya Wanê girtî dimîne.
Keça Hanîfe Arslanê, Reyhan Oren, dibêje ku wan wek malbat çend caran serî li sazîyên fermî û sîvîl daye û herwiha li meclîsa Tirkîyê jî rewşa dayika wê hatîye rojevê, lê heya niha daxwazên wan hatine red kirin.
Oren got ku divê dayika wê ji çokên xwe amelîyat bibe, lê jiber şert û mercên zîndanê û hejmarek nexweşîyan nikare amelîyatê qebûl bike, jiber ku pêdîvîya wê bi alîkarîyê heye.
“Jiber temenê wê yê mezin nexweşîyên wê yên şekir, tansîyon, êşa zikî û dilî hene. Li gor gotina doktoran di çokên wê de av nemaye û lêwra hestîyên çokên wê diêşin. Divê ew demildest were amelîyat kirin, lê jiber ku bi serê xwe nikare pêdîvîyên xwe pêk bîne, ew amelîyatê qebûl nake.”
Parêzera wê Jîyan Ozkaplan berîya 8 mehan serî li Serdozgerîya Komarî ya Wanê dabû û daxwaz kiribû ku ew jiber temen û hejmarek nexweşîyan, were berdan.
Daxwaza Ozkaplan ya destpêkê, yêk ser hatibû red kirin û piştre jî Ozkaplanê cara duyê dîsa serî li dozgerîyê dabû.
“Bo rapora saxlemîyê, dayika Hanîfe bi balafirê şandin Sazîya Tiba Edlî ya Stanbolê (ATK). Lê wê sazîyên derheqê Arslanê de dîyar kir ku ew dikare li zîndanê bi serê xwe bimîne. Lê herî dawî dema ez çûm serdana dayika Hanîfê, min bi xwe dît ku ew jiber êşên çokên xwe û nexweşîyan nikare rêve bê û bi zehmet hat cîhê hevdîtinê.”
Wezareta Dadê, di 3ê Rêbandana îsal de derheqê girtîyan de rêziknameyek nû belav kiribû û dîyar kiribû ku “ew girtîyên her tim nexweş, seqet û temenmezin, an bila cezayê wan were kêm kirin an jî werin berdan.”
Ozkaplan dibêje ku tevî vê bîryara wezaretê daxwazên wan tên red kirin û bal kişand ser girtîyên din ku jiber nexweşî an jî temenmezin tên berdan.
“Ligel vê bîryarê bi destûra Serokomar Erdogan, girtîyê ji doza Hîzbulahê Mehmet Emîn Alpsoy 71 salî bi sedema ‘pîrbûnê’ ew serbest da berdan. Lê dayika Hanîfe 76 salîyê û ew tevî nexweşîyên xwe ku 9 caran anjû bûye jî nayê berdan.”
Ozkaplan dida zanîn ku Arslan ji pişa xwe jî nexweş ketîye û ew dê vê carê bi sedema nexweşîya nû, serlêdanek din jî bike.
“Malbata dayika Hanîfe dibêje ku di pişa wê de edap kom bûye. Ezê bi vê sedemê carek din serî li dozgerîyê bidim û daxwaz bikim ku an cezayê malê, an jî cezayê wê were paşvexistin. Jixwe bê delîl û neheqî ew bi 6 sal û 3 mehan hate ceza kirin, êdî bese bila zêdetir bi vî awayî êşkencê nebine û wê berdin.”
Keça Hanîfe, Reyhan Oren, herî dawî got ku dayika wê bêsûc hatîye zindan kirin, niha jî jiber temen û nexweşîyên wê her rojek jibo wê wek êşkence ye.
Li gor wezareta dadê, li zindanên Tirkîyê nêzî 341 hezar û 497 girtî hene. Li gor raporên Komela Mafên Mirovan (IHD), ji wan girtîyan hezar û 600 nexweşên giran in.