Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera 9'an ya Komkûjiya Koço


Goristana Komî li gundê Koço
Goristana Komî li gundê Koço

Roja Sêşemê, 15'ê Tebaxê, wekî salvegera 9'an ya komkujiya Koço di nav Êzîdîyan de hate bibîrxistin.

Rizgarbûyêni wî gundê deşta Şengalê rêz li qurbaniyên xwe girtin. Lê bêhêvîbûna xwe hember karê hikûmeta navendî ya Îraqê û ya Herêma Kurdistanê anîn ziman.

Ew dibêjin, desthilatdar li Îarqê naxwazin rewşa Şengalê aram bibe û pêdiviyên jiyanê dabîn bikin heta ku xelkê wê vegerin ser mal û milkên xwe.

Di 15'ê Tebaxa 2014'an de milîtanên koma Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi sedan mêr û xortên gundê Koço li Şengalê bi komî gulebaran kirin û bi sedan zarok ji dayikên wan cuda kirin û bi sedan keç û jin jî sebî kirin.

Yek ji wan jinên wê rojê hatin sebîkirin ji Dengê Amerîka re got ku “eger gundê wan were avakirin jî, ew nikare vegere çinko ewê çawa bi tenê di wê malê de bijî, dilê kê heye here di malekê de ku bêtir ji 19 kesên wê bi destê DAIŞ hatîn kuştin û bêser û şiwênkirin.”

Hekîma Taha, ku niha li Elmanya dijî û li Hezîrana îsal serdana gund kiribû got, dê û bav û 13 xwişk û birayên wê wê rojê bi destê DAIŞ hatin kûştin û hîn 4 kes ji malbata winda ne.

Xelef Qero, yek ji mirovên qurbaninyan, gotina Hekîme piştrast kir û got, “jiyan di Koço de nabe. Rêxistina IOM (Rêxistina Navnetewî ya Koçberîyê) cihek destnîşan kiriye ku gundekî nû bi navê Koço were avakirin û gundê kevin ji dîrokê re wek xwe bimîne. Ew rêxistina cîhanî dê bi awayekê zanistî goristan û peykerên rêzgirtinê biparêze.”

Derbarê astengîyên li pêş vegerandina Şengalîyan, serok û damezrênerê rêxistina Yazda, Heyder Elyas got ku “astengîyên pêş vegerandinê ne rewşa ewlekariyê ye û ne jî nebûna perê pêdivî ye ji avakirina Şingalê re, lê belê alîyên siyasî yên Îraqê naxwazin Şingalî vegerin ser cih û warên xwe.”

Hekîma Taha got jî, “DAIŞê jiyana me guhert, em bê mal hiştin, bê kes û kar. Divê ew kesên bûne sedema van tawanên dijî Êzdiyan werin dadgeh kirin û ceza kirin, eger na ewê tawanên din li dijî xelkê bêguneh encam bidin.”

Bîreweriya 9 Saliya Komkûjiya Koço
please wait

No media source currently available

0:00 0:43:27 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG