Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Cezakirina Şêrwanî Biryareke Sîyasî Bû?


Şêrwan Şêrwanî
Şêrwan Şêrwanî

Di roja 20'ê Tîrmehê de, dadgeha Hewlêrê cezayê 4 salên din yên zindankirinê danî ser rojnemavan û çalakvan Şêrwan Şêrwanî bi tawana sextekariya îmzaya hevalên xwe yên zîndankirî.

Şêrwanî yek ji zindaniyên doza Badînan e ku 7'ê Cotmeha 2020'an hat girtin û li 16 Reşemî 2021'an jî bi tawana alîkariya derekî bi mebesta têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê bi 6 salên zindanê hat cezakirin.

Rêxistinên mafên mirov û rojnamevanan dibêjin, cezayê 4 salên zinadanê li ser Şêrwanî bi fermana serokwezîrê Herêmê ye û ne bi feramana dadwerî ye. Ew daxwaz dikin Şêrwanî demûdest were azadkirin.

Eger cezayê nû li ser Şêrwanî nehatiba dan, ew dê li 9ê Îlona îsal hatiba azadkirin, piştî ku serokê Herêmê cezayê wî sivik kiribû.

Jibo şirovekiirina alîyê yasayî yê vê dozê û gotûbêjkirina rewşa azadiya ragihandin û derbirînê li Herêma Kurdistanê, Dengê Amerîka mêvandariya parêzer Remezan Artîsî, parêzerê Şêrwanî, û rojnamevan Şiwan Muhammed sernivîskarê Spî Media dike.

Call in show 07_25.m4a
please wait

No media source currently available

0:00 0:48:22 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG