Ev hefteya duduyê ye ku xwendekarên Efrînî yên derbider naçin dibistanê, ku derîyên xwendingehan li penageha Şehba girtî ne.
Li gor komîteya perwerdeyê di Rêvebirîya Xweser ya herêma Efrînê de, pêvajoya xwendinê bi temamî rawestîye, jiber ku rejîma Sûrî herêm dorpêç kiriye, şewit jibo veguhastina xwendekar û mamosteyan û germkirina xwendingehan tuneye.
Berpirsê komîteya perwerdeyê Fadil Cawîş agahî got ku pêvajoya xwendinê li 72 dibistanên her sê qonaxên seretayî, navîn û amadehî sekinîye.
"Herwiha li peymangeha mamosteyan û li peymangeha tendirustî jî, bi giştî 15 hezar şagirt û xwendekar ji xwendina xwe mane,” Cawîş got.
Astengbûna pêvajoya xwendinê û girtina dibistanan, bi hezaran zarokên Efrînî yên derbider herwiha yên ji herêma Şehba ji fêrbûnê bêpar hiştine, loma xwedîyên zarokan bi gazinc in.
Eyşe Mele Reşîd dayîka du zarokan e, ku her du niha naçin dibistanê, xembarîya xwe wiha parve kir:
“Zarokên me li dibistanê fêr dibûn, lê jiber nebûna mazotê em nikarin wan bişînin û mamoste jî niakrin herin û werin, di bin çadiran de em birçî bimînin jî lê me digot bila zarok fêr bibin, îro wan ne xwendin heye û ne jî germbûn di vê zivistanê de”.
Hêjayî gotinê ye ku berî girtina xwendingehan bi sedema nebûna şewitê, pêvajoya xwendinê berî wê li gelek dibistanan jiber topbarana artêşa Tirk, sekinîbû, bi taybet li gundên nêzî bereyên şer.
Jiber vê rewşê, komîteya perwerdeyê bi fikar in çawa çareserîyê peyda bikin, çimkî berdêl çetin in û derfetên di destê wan de jî hindik in.
“Ji dema derbiderbûna ji Efrînê de me pir zehmetî dîtin da ku zarok ji nû ve vegerin xwendinê, jixwe topbaran li ser herêmê berdewam dike, lê îro gava dibistan tên girtin û qutbûna ji xwendinê, dê dîsa gelek encamên neyînî bîne, çi ji alîyê derûnî, rêxistinî yan zanistî ve,” Çawîş bi berdewamî got.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ji 5 salan û vir ve zarokên Efrînî yên derbider di nava pir zor û zehmetîyan de perwerdeya xwe bi zimanê dayîkê dibînin ku binesazîya deverê bi giştî û di nav de ya dibistanan rûxandî ye, loma dorpêça li ser deverê astengîyên zêdetir derxistine holê.