Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyena Nivîskar Şahîn Bekir Soreklî Xelat Kir


Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyena di semînereke taybet de, pêşwaziya nivîskar Şahîn Soreklî kir û wî xelat kirin, jiber ked û xebatên wî di warê ziman û rojnamegeriya Kurdî de.

Shahîn Bekir Soreklî
Shahîn Bekir Soreklî

​Hêjayî gotinê ku mamoste Soreklî di sala 1946'an de li gundê Mezrê yê li rojavayê bajarê Kobanî ji dayik bû.

Wî di sala 1982an de li Sydney dest bi rêvebirina bernameyeke radyo ya heftane, bi înglizî û kurdî kiriye.

Ji sal1984'an ve ta nîvê sal 2015'an ve bibû berpirs, amadekar û pêşkêşerê bernameya kurdî ya radyo SBS.

Gelek gotarên di warê wêjeyê, ramyarî, civatî û perwerdeyî bi zimanên kurdî û înglizî nivîsandiye

Hin ji berhemên wî:

NAMEYEK JI BAVÊ MIN RE , 2009
VEGER, Roman , 2014
WENDABÛN, Roman, 2014
ÇÎROKÊN HEJDEH SALAN, 2005
PISIK JÎ XEWNAN DIBÎNIN , 2004
NAMÛSA ÊMO ,1994.

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:02 0:00

XS
SM
MD
LG