Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şehba Tedbîrên Awarte jibo Sala Nû ya Perwerdeyê


Kampa koçberên Efrînê li Şehba
Kampa koçberên Efrînê li Şehba

Komîteya Perwerdeyê li herêma Şehba ragihand ku tedbîrên awarte jibo sala nû ya xwendinê tên girtin.

Rêvibira komîteyê Sebah Cirnaz da zanîn ku jiber belavbûna vîrûsa korona rêbaza perwerdeyê li dibistanan îsal wê cuda be ku xwendekaran ji tûşbûn û nexweşîyê biparêzin.

“Li dibistanên mezin, xwendekar tên dabeş kirin. Her beşek du rojan derbazî fêrgehan dibin û di dema waneyan de mamoste li dor vîrûsa korona şîret û agahîyên parastina ji vîrûsê jî bidin xwendekaran”.

Cirnaz dîyar kir ku li kêleka guhertina awayê rojên dewama dibistanan û perwerdeyê, tedbîrên din yên wek paqijî, dûrbûna civatî û lixwekirina maskan jî tên girtin.

Rêvibira komîteyê Perwerdê li herêma Şehba- Sebah Cirnaz
Rêvibira komîteyê Perwerdê li herêma Şehba- Sebah Cirnaz

“Dibistan rojane tên şûştin û her 10 rojan bi temamî tên paqij kirin. Di navbera xwendekaran de li fêrgehan dûrbûn divê hebe, herwiha bi alîkarîya komîteya tendirustîyê mask tên dayîn”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku werzê duyan ji sala xwendinê ya sala par, dema korona nû belav bibû hatibû rawestandin û ji wî çaxî heta niha di bêhinvedanê de ne.

Cirnaz got, ku mamoste li ser kursên nû hatine amade kirin û plana wan ya lêveger û qerebûkirina waneyan jî heye.

“Armanca me ev e ku zarok bê perwerde nemînin, loma jinûve vekirina dibistanan cîhê moralê ye. Hînbûn wê dewam bike ku zarokên me ji zanistê mehrûm nemînin”.

Zarokên Efrînê yên li Şehba hatine koçber kirin, ev du sal in li dibistanên kavilkirî yan li jêr çadirên kampan da perwerdeya xwe dibînin, loma belavbûna vîrûsa korona zehmetîyên pêvajoya fêrkirinê zêdetir kiriye, nemaze ku ta niha 43 kes li herêma Şehba bi vîrûsa korona ketine û jiber rewşa xirab ya saxlemîya giştî metirsîya vê nexweşîyê zêde ye.

Raporta Efrînê - Newroz Reşo 26 08 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG