Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê korseke fêrkirina mûzîkê li kampaa Şehba bi dawî kir û bawername di nava şahîyekê de li beşdaran belav kir.
Derbara armancên vê korsê de hevserokê Desteya Çandê Henan Seydo dîyar kir ku astengî û zehmetîyên jîyana derbiderbûnê gelek in, loma wan xwestîye bi rêya fêrkirina mûzîkê xweragirîya xwe nîşan bidin û wiha dewam kir.
“Têkoşîna me ya çandî li hemberî şer û li kêlek şervan û gelê xwe berdewam e, li ser vê bingehê em dixwazin zarokên me bi awayekî akademîk û zanistî fêrî mûzîkê bibin, da ku çanda gelê Kurd ji hindabûnê biparêzin û bi cîhanê bidin nasîn, çimkî mûzîk ew zimanekî cîhanî ye,” Seydo ji Dengê Amerîka re got.
Herwiha mamosteyê mûzîkê sazbend Îbrahîm Ekaş da zanîn ku 45 şagirtên ji temenên cuda di korsê de hîndarîya jentina tembûrê dîtine, ku pêşî fêrî nota û meqaman bûn û piştre derbazî pratîkê bûn.
Ekaş dîyar kir ku şagirt li ser du astan hatibûn dabeş kirin: “Sala par me korsek bi dawî kiribû, ew şagirt îsal derbazî asta duduyê bûn û jibo şagirtên nû astek vebû. Hîndarîyê salekê dirêj kir, ku kesên bawername wergirtin êdî weke mûzîkjen dikarin mamostetîya mûzîkê bikin”.
Hêjayî gotinê ye ku di korsê de fêrbûna notakirinê li ser alava tembûrê tenê hatiye kirin, çimkî mamosteyên alavên din li kampa Şahbayê tune ne.