Lînkên eksesibilîtî

Parlamenterê CHP'ê Tanrikulu: Li Tirkîyê di Mehekê de 357 Kes Hatine Êşkencê Kirin


Dîmeneke dema polîsên Tirk li Stenbolê xwepêşanderekî desteser dikin (Arşîv )
Dîmeneke dema polîsên Tirk li Stenbolê xwepêşanderekî desteser dikin (Arşîv )

Parlamenterê Partîya Komarî ya Gel (CHP') yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ragihand ku li Tirkîyê di Hezîrana 2023'an de li 357 kesan êşkence hatiye kirin. Ev daneyên nû fikarên li ser rewşa mafên mirov zêde dikin.

Tanrikulu dîyar kir ku 32 ji wan bûyerên êşkenceyê li girtîgehan pêk hatine û di nava kesên êşkencekirî de pênc zarok bûn.

Tanrikulu li ser binpêkirinên mafên mirov ku di Hezîrana 2023’an de qewimîne raporteke berfireh eşkere kir, ku hejmareke bûyerên piştrastkirî ne.

Êşkence, kuştinên dij-qanûnî, binpêkirina azadiya axaftin û kombûnê, sansura medyayê û tundîya ser jinê hin ji wan bûyeran in.

Sezgîn Tanrikulu, Parlamenterê CHP'ê yê Amedê
Sezgîn Tanrikulu, Parlamenterê CHP'ê yê Amedê

Sezgîn Tanrikulu ji Dengê Amerîka re ragihand ku li Tirkîyê rewşa mafên mirov roj bi roj xirabtir dibe û wek parlementerekî erka wî ye ku van raportan amade bike.

Parlamenterê CHP'ê da zanîn ku tenê di Hezîranê de mafê jiyanê yê 190 kesan hatiye binpêkirin ku di encamê de wan jiyana xwe ji dest dane.

Li gor raporta wî, 159 mirinên li ser kar di rêza yekê de cîh digire û 25 kuştinên jinan jî di rêza duyê de ye.

Raport eşkere dike ku di encama “xeletiya fermî û xemsarî” de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 kes di şert û mercên girtîgehê de û yek kes jî di bûyera ku hêzên ewlehîyê bûne sedem mirine.

Raporta Tanrikulu binpekirinên di qada medyayê de jî radigihîne û herwiha bo rojnamevanan rewşeke xembar destnîşan dike.

Di Hezîranê de dijî 6 rojnamevanan lêpirsîn hatiye destpê kirin, yek hatiye girtin û 4 jî hatine desteser kirin, dema ku 4 rojnamevanên ku jiber nûçeyên xwe dihatin darizandin jî hatine cezakirin. Herwiha êrîş li 4 rojnamevanan hatiye kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku bi giştî 521 nûçe bi rêya astengkirina giheştinê hatine sansur kirin.

Welatîyên ku mafên xwe yên kombûn û protestoyê bi kar anîn e ji bêpar nemane, ji binpêkirinên ku di raportê de hatin eşkerekirin.

Li gor raportê, di xwepêşandan û çalakîyan de 399 kes hatine desteser kirin û 12 ji wan hatine girtin. 15 çalakî hatin qedexekirin. Hêzên ewlehîyê êrîşê 23 çalakîyan kirine.

Parlementerê Amadê destnîşan kir ku desthilatdarîya serok Recep Tayyîp Erdogan tenê newekheviya di qada binpekirinên mafên mirov jde i holê rakiriye û bi “serketineke” taybet li serenserê di nava tevahîya welatîyan de belav dike.

“Binpêkirinên giran bêyî ferq û cudahîya zayende, temen û baweriyê li her quncikeke 81 bajarên Tirkîyê belav dibin,” Tanrikulu ji Dengê Amerîka re got.

Raporta Rêxistina Çavderîya Mafên Mirovan (HRW) ya 2022’an jî weneyeke xembar ya mafên mirovan ya Tirkîyê dîyar dike.

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW) dîyar dike ku hikûmeta Erdogan bi deh salan e mafên mirov li Tirkîyê paşde xistiye, rexnegirên hikûmetê û dijberên siyasî dike armanc, serxwebûna dadwerîyê têk biriye û saziyên demokratîk pûç kiriye.

Rêxistina Freedom House, ku bingeha wê li Washingtonê ye, Tirkîyê di raporta xwe ya 2022’an de, bi 32 puanan wek “welatê ne azad” bi nav dike. Di raporta sala berê wê de jî Tirkîyê di heman kategorîyê de bû.

Freedom House dibêje ku hikûmeta Erdogan ku ji 2002’an ve desthilatdar e di van salên dawî de her diçe pirtir otorîter dibe, bi guhertinên qanûnî û bi girtina rexnegiran hêza xwe xurt bike.

Lê Erdogan û karbidestên hikûmeta wî raport û rexneyên ser binpekirinên mafên mirov red dikin û dibêjin li Tirkîyê di warê mafan de binpekirinên cidî tune ne.

XS
SM
MD
LG