Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Seydayê Tîrêj bi BîrTînin


Kurd Seydayê Tîrêj bi BîrTînin
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00

Seydayê Tîrêj an ku Mele Nayif ê Heso di sala 1923'an de li gundê Nicimûk yê girêdayî bajarê Hesekê ji dayik bû. Seydayê Tîrêj di xortanîya xwe de di nava rêxistina Xoybûnê de cîh digire û ligel çalakvanên Kurd xebatên sîyasî dike, herwiha dest bi nivîsîna helbestan dike û dû re li Hesekê bi cîh dibe û jîyana xwe didomîne.

Seydayê Tîrêj sê dîwanên bi navê Xelat, Zozan, Cûdî û herwiha di bin navê Serpêhatîyên Kurdan de hejmarek çîrok afirandine.

Seydayê Tîrej Xelata Roja Helbesta Kurdî li Sûrîyê (1995), Xelata 100 Salîya Rojnamevanîya Kurdî (1998, Hewlêr) û Xelata Koma Helebce ya Folklora Kurdî (Hesekê 2001).

Di 23'ê Adara 2002'an de Seydayê Tîrêj koça dawî dike û dibe yek ji helbestvanên ku di tim dilê gelê xwe de zindî dimîne.

XS
SM
MD
LG