Gundîyê Kurd yê bi navê Servet Turgut, ku li gor raporên nexweşxanê “ji helîkopterê ketiye xwarê”, li nexweşxanê jîyana xwe ji dest da.
Malbata Turgut îro Çarşemê ragihand ku Servet canê xwe ji dest daye.
Servet 55 salî bû û ew 19 roj li Nexweşxaneya Heremî ya Wanê dihat derman kirin.
Malbatê termê Servet di destpêkê de rakir Tiba Edlî ya Wanê û piştî otopsîyê ew li bajarokê Edremîtê hat binax kirin.
Naîf Turgut, birayê Servet derheqa mirina birayê xwe de nerazîbûna xwe anî ziman û got ku ew jibo debara zarokên xwe di bin germa rojê de gîhayên xwe berhev dikirin.
“Ti sûcê wî tunebû. Wana ev zulm li wî kirin. Înşallah xwedê qebûl neke. Ez bang dikim ku hember vê bûyerê ti kes bê deng nemîne. Ev dilêşî bo me çêkirin, jibo careke din wisa nebe, ez bang li hemî dinyayê dikim ku li hember vê hovîtîyê bê deng nemînin.”
Di vê navberê de kartînerên medya civakî, jiber mirina Turgut, li ser Twîtterê bi navê “HelikopterdenAttilar” anku “Ew ji helîkopterê avêtin xwarê” hashtagek vekirin û bertekên xwe nîşandan.
Hejmareke partîyên wek Partîya Komarî ya Gel (CHP) û Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) jî li ser Twîtterê nerazîbûnên xwe anîn ziman. Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jî jibo ev bûyer were lêkolîn kirin, pirsnameyek dabû serokatîya Meclîsa Tirkîyê.
Hêjayî bîrxistinê ye ku cotkarên bi navê Servet Turgut û Osman Şîban di 11’ê Îlonê de li bajarokê Bêşebaba ya Şirnexê ji alîyê leşkerên Tirk ve hatibûn desteser kirin û ew piştî sê rojan li beşa nexweşên giran ya Nexweşxaneya Heremî ya Wanê hatibûn dîtin.
Bi alîyekî din ve, piştî ku bûyer kete rojevê Walîtîya Wanê bi daxuyanîyeke nivîskî desteserkirina her du cotkaran qebul kiribû û îdiayên ku “ji helîkopterê ketiye xwarê” red kiribû. Walîtîya Wanê herwiha parastibû ku her du cotkar li gor qanûnê hatine dester kirin.