Îran niha xwediyê serokekî nû ye, lê wek ku gelek çavdêr amaje pê didin, sozên ku Mesûd Pizîşkiyan di dema helmeta hilbijartinan de dabûn gel, gelek ji desthilatên serokomarê Îranê zêdetirin, welatê ku Welî Feqîh (Rêberê Olî) biryarderê yekê û dawî yê her tiştî ye.
Hevkarê me Belên Salih di vê dema hestiyar û giring ya ku Îran tê de derbas dibe di bernama "Dîdara Rojê" de hevpeyvîneke taybet bi Xalid Ezîzî berdevkê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê re encam da.
Hilbijartina Pizîşkiyan hev deme ligel salvegera 35'an ya kuştina siyasetvanê Kurd Dr. Abdurrahman Qasimlo serokê HDKI'ê li sala 1989ê li bajarê Viyena di dema ku plana danûstandinên aştiyê bi berpirsên Îranê re hebû.
Derbarê pirsa çima di vê demê de serokomarekê ku tê gotin rêformxwaze li Îranê hat hilbijartin?
Ezîzî got, li Îranê her tişt di dest rêberê olî de ye ku niha Xamineyî ye, Xalid Ezizî berdevkê HDKI got "Li Komara Îslamî ya Îranê sîstem, qanûn û hemû hêz û biryar bo Welî Feqîh (Rêberê Olî) vedigerin jibo wê armancê hatine çêkirin.
Ezîzî got, "Ne ecêb e ku Xamineyî bi xwe bi awayekî wisa hizir kirbe, ku dem hatiye serokekî reformxwaz were ser desthilatê."
Li dor rewşeke guncaw ya diyaloga partiyên Kurdî bi Komara Îslamî ya Îranê re Ezîzî dibêje"Ji bo partiyek wek Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) nabe ku diyaloga bi hikûmeta navendî re bibe hêla sor."
Ezîzî da zanîn ku her ji kevin de Kurd û partiyên kurdan li Îranê alîgirên aştî û diyalogê bûn, wî amaje bi gotineke siyasetvanê kurd Dr. Abdurrahman Qasimlo da û got "Dr. Qasimlo digot ger rojekê şer li Kurdistana Îranê were paşxistin dê kurd bi sedan rojan qezenc bikin." Û Qasimlo li ser maseya diyalog û aştiyê hat kuştin, Ezîzî got.
Ezîzî da zanîn ku kurd minetkarin ku aştî were Îranê û Tehran deriyê diyalogê veke, wî da zanînin ku "PDKÎ li bajarên mezin yên Îranê li hevalan digere."
Di beşekî hevpeyvînê de Ezîzî li ser tevera Jîna û xwepêşandanên piştî mitrina keça kurd Jîna Emînî (Mahsa Amini) ya ku ji aliyê polîsên exlaqê yên Komara Îslamî ve li Tehran hatbû girtin û di dema binçavan de jiyana xwe ji dest dabû rawestiya û got ku navendên hevkarî û opozisyonê li Îranê nikarîbûn baş "Tevgera Jîna"yê ku li cîhanê her hemîyê weke tevger (Jin, Jiyan, Azadî) hat naskirin bikar bînin û sûd jê werbigirin.
Jiber ku "Piştî tevgera Jîna gelek kesên ne kurd, faris, tirk û neteweyên din, bi taybetî li Tehranê, bi awayekî vekirîtir behsa doza kurd dikin."Ezîzî got.
Ezîzî tekez li ser wê yekê kir ku divê xelkê "Kurdistana Rojhilat" soz û gotinên Pizîşkiyan her tim libîr bînin yên dema ku di helmeta hilbijartinan de dabûn xelkê herêmê û daxwaza cibicî kirina wan sozan bikin.