Lînkên eksesibilîtî

 
Serok Trump: "Hêzên Me bi Hevkariya Îraqê û Herêma Kurdistanê Serkirdeyê Reviyayî yê DAIŞê Kuşt"
Breaking News

Serok Trump: "Hêzên Me bi Hevkariya Îraqê û Herêma Kurdistanê Serkirdeyê Reviyayî yê DAIŞê Kuşt"


Serokê Amerîka Donald Trump
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump şeva Înê ragihand ku serkirdeyê DAIŞê li Sûriye û Iraqê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve bi alîkariya hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.

Trump di nivîsa xwe ya di soşiyal mediya "Truth" de wiha got: "Îro serkirdeyê reviyayî yê DAIŞê li Iraqê hat kuştin. Ji aliyê leşekrên me yên leheng ve bi awayekî sergirtî hat şopandin û jiyana wî ya şerkarî tevî endamekê din yê DAIŞê bi hevkariya

Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bidawî hat."
Doh Ênê Îraqê kuştina cîgirê xelîfeyê DAIŞê li Îraq û Sûriyê ragihand bû.

Çavkaniyek ewlekarî yê Îraqê yê di asta bilind de ku nexwest navê wî eşkere bibe ji Dengê Amerîka re got ku cîgirê xelîfeyê DAIŞê li Iraq û Sûriyê, ku kuştina wî ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şia' el-Sudanî ve hat ragihandin piştrast kir, yek ji çalaktirîn serkirdeyên DAIŞê bû û wan teşwîq kir ku êrişî hêzên artêşa Iraqê bikin.

Hêzên Ewlekariya Îraq û Herêma Kurdistanê li Pey Kuştina Çekdarên DAIŞê ne.
Hêzên Ewlekariya Îraq û Herêma Kurdistanê li Pey Kuştina Çekdarên DAIŞê ne.

"Ebdullah Mekkî, ku bi navê Ebû Xedîce jî tê naskirin, berpirsê sînorên Kerkûk, Diyala û Selahedîn bû û rola bivakariya sereke ya çekdarên DAIŞê dilîst." wî çavkanî ji Dengê Amerîka re got.

Ebû Xedîce (Ebdullah Mekkî) 34 salî bû ew di temenk biçûk de kete di nava rêzên rêxistinên radîkal yên cîhadî de.

Jêder: X/VOA

XS
SM
MD
LG