Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Pesna Rêkeftina Dabeşkirina Desthilatê li Îraqê Dike.


Serok Obama Pesna Rêkeftina Dabeşkirina Desthilatê li Îraqê Dike.
Serok Obama Pesna Rêkeftina Dabeşkirina Desthilatê li Îraqê Dike.

Serok Obama li Seoul paytextê Koreya Başûr gote rojnamevanan, rêkeftina nû ya dabeşkirina desthilatê berekê dî yê binaxeyî bû, di avakirina Îraqa modern de. Wî got, Îraqî hez û vîyana xwe jibo yekbûna welatê xwe û paşeroja wî bi hêztir diyar dikin, ji wan kesên divên Îraqê radikêşin nav şerê navxweyî.

Duhî parlemana Îraqê serokê nû yê civatê û serokomarê Îraqê hilbijartin. Sîyasetvanê Kurd Celal Talebanî bo gera duyê ya serokatîya komara Îraqê, bo demê çar salên dî hat hilbijartin. Birêz Talebanî daxwaz ji Nûrî El Malikî kir ku hikûmeta nû ya Îraqê pêk bîne.

Di gotara sondxwarinê de Serok Talebanî got, divê ew karê bikin jibo avakirina dewleta wekhevîyê di navbera welatîyan de û avakirina mirovê nû yê tund û tûîjîyê red bike û bawerî bi vegûhastina bi aştîya desthilatê hebe.

Berî hingî, Osame El Necêfî ji alîyê endamên parlemanê ve wekî serokê civatê hate hilbijartin. Arif Teyfur ji Hevpeymanîya Kurdistanê û endamekî Sedrî wek cîgirên serokê parlemanê hatin hilbijartin. Li gora rêkeftina komelên sîyasîyên Îraqê, Serokê lîsta El-Îraqiye Ayad Allawî dê posta Serokê Civata Niştîmanî jibo Siyasetên Stratîjî wergire.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG