Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Dibêje Dema Hindê ye Bê Gîro kirin Hikûmeta Îraqê Bête Pêkanîn


Serokê Amerîka Barack Obama roja Pencşembî rijtî li rêberên Îraqê kir bê gîro kirin hikûmetê pêk bînin, jibo bi dumahî anîna binbesta siyasî ku, piştî hilbijartinên parlimanî li meha Adarê li Bexda peyda bûye.

Rêzdar Obama ev têbînîye dan di komboneke de li Seraya Spî ligel balyozê Amerîka li Îraqê, Christopher Hill û qumandarê leşkerî yê bilind yê Amerîka li Îraqê, General Ray Odierno.

Serok Obama her wisa xema xwe diyar kir, li ser êrişeke mûşekan li Devera Kesk ya parastî li Bexda, ku li wê êrişê 3 kes hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Balyozxaneya Amerîka li Îraqê got, du hevwelatiyên Uganda û welatîyekê Peru di nav kuştîyan de bûn, ku jibo kompanîyeke kontrata ya parastinê ya Amerîkî kar dikir.

Avahîyên hikûmeta Îraqê û balyozxana Amerîkî li Devera Kesk cîh digirin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG