3’ê Gulanê ji alîyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di sala 1993’an de wekî ‘Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê’ hatiye pejirandin.
Di vê rojê de li gor Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) Tirkîyê di warê azadîya çapemenîyê de di nava 180 welatan de di rêza 157’an de cîh digire.
Herwiha li gorî Enstîtuya Çapemenîyê ya Navnetewî (IPI) niha li Tirkîyê 162 rojnamevan li zindanê ne û 170 sazîyên ragihandinê hatine girtin.
Li herema Serhedê jî rojnamevan Îdrîs Sayilgan, Nedîm Tulfend, Îdrîs Yilmaz û Zîya Ataman, niha li girtîgehê ne. Herwiha derbarê jimareke rojnamevanên din jî doz hatine vekirin û ew bi cezayên giran tên darizandin.
Dîsa li Wanê, ji rojnamevan Oktay Candemîr re heta niha pirtir ji 25 doz hatine vekirin û ji dozekî jî salek û 6 meh caza ji wî re hatiye birîn.
Candemîr dibêje ku ew heta niha pir caran hatiye desteser kirin û derheqa wî de doz hatine vekirin.
“Hemû nûçe û axaftinên me ji alîyê dozger û polîsan ve tên krîmînalîze kirin. Hema bêje hemû nûçeyên me dibin mijara lêpirsînan. Mixabin li Tirkîyê jibo rojnamevanan ti derfetên xebatê nemaye,” Candemîr dibêje.