Şandeyeke Amerîkî ya bi pêşegîya senatorê Demokrat Ed Markey yê ji eyaleta Massachusetts îro bi Seroka Taywanê Tsai Ing-wen, Wezîrê Derve Joseph Wu û qanûndeneran re civîn.
Enstîtuya Amerîkî ya li Taywanê, ku wek balyozxaneya kiryarî ya Amerîkî dixebite, ragihand ku Tsai di hevdîtinan de gotiye ku rêvebirîya wî jibo aramîya Tengava Taywanê û parastina statukoya heyî dixebite.
“Dagirkirina Rûsya ya axa Ukrayna gefên dewletên orotîter yên ser nîzama cîhanî careke din nîşan da,” Tsai got.
Li gor ragihandina AP, Markey jî gotiye ku erka Washington û Taipei ya ahlaqî heye ku pêşî li şerekî ne mecbûrî bigirin û heta niha Taywanê do van demên dijwar de sekineke baş û Haydar nîşan daye.
Senator Markey herwiha bal kişand ser girîngîya xurtkirina peywendîyên sîyasî û aborî yên bi Taywanê re û taybetî jî di warê çîpên kompîteran de ku niha li seranser cîhanê kêmahîya wan çîpan tê dîtin.
Markey, yek ji endamên Kongresa Amerîkî ye ku deng dabû Peymana Peywendîyên Taywan ya 1979 ku têkilîyên Amerîkî yên bi Taywanê misoger dike.
Hêjayî gotinê ye ku di şandeya Kongresa Amerîkî de endamên Komarî yên Civata Nûneran Aumua Amata, Coleman Radewagen û yên Demokrat John Garamendi, Alan Lowenthal û Don Beyer hene.