Roja Duşemê bi sedan ji derbiderên Serêkanîyê li pêş avahîya UN li Qamişlo mangirtinek darxistin.
Şandeke ji derbideran derbasî avahîya UN bûn, û gilînameyek radestî karbidestên UN li Qamişlo kirin. Komîteya Koçerên Serêkaniyê Ji bo şermezarkirina pilana niştecihkirina koçberên Sûriyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê amadekirin, , gilînameyek fermî radestî navenda Netewên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo, kir.
Endama komîteya koçberên Serêkaniyê, Zehra Semo, ji Dengê Emerîka re ragihand ku ew wekî şandeya pêkhateyên Serêkaniyê bi berpirsên Netewên Yekbûyî re hevdîtin kirin û nameyek derbarê binpêkirinên ku li deverên jêr kontrola Tikiyê çêdibin, radestî wan kirin û ji Netewên Yekbûyî xwestin ku cîhan beramberî pilanên Tirkiyê bêdeng nemîne.a
Komîteyê ji bo raya giştî li pêşiya avahiya NY daxuyaniyek bi zimanên kurdî erebî û ingilîzî xwend, berpirsê komeleya Suryana li Sûriyê, Hena Sewmê, ji dengê Emerîka re axivî û got ku pilanên Tirkiyê di vî warî ne ji naiha ve ne û dixwaze hemû pêkhateyên resen li deverê tune bike da ku dewleta osmaniyan vejîn bike, lê ew wekî pêkhateyên deverê bi yek destî wê li dijî van pirojeyan rawestin.
Welatî û xelkên bajarê Qamişlo jî di nava çalakiyên de amdae bûn û dengê xwe tevlî dengê koçberên Serêkaniyê kirin, endamê partiya yekîtiya democrat PYD, Selahedîn Helbo ji Dengê Emerîka re tekez kir ku ew tevlî vê çalakiyên bûne da ku dengê xwe bigihînin hemû cîhanê ku mafê xelkê Serêkaniyê û hemû bajarên din bi vegerke ewle heye.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Amerîka, Rûsya û rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û projeyên Tirkiyê rawestînin.
Hêjayî bibîrxisitnê ye ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 3`yê Gulanê de ragihand ku welatê wî amade ye projeya avahiyên mêtîngeriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê ava bike û milyonek penaberên sûrî li wan herêman bi cih bike.
Piştî operasyona Tirkiyê ya bi navê Kaniya Aştiyê li bajarên Serêkaniyê, Girêspî û gundewarên wan, nêzî 300 hezar kes koçber bûn, 150 hezar ji wan xelkê Serê kaniyê ne ku nêzî 25000 ji wan niha li bajarê Hesekê li du kampan bi cih bûne, yên mayî jî li bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê belav bûne.