Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Başûr jiber Îdiayên Şandina Leşkerên Koreya Bakurî, Protesto Dide Balyozê Rûsî


South Korea US Japan
South Korea US Japan

Wezareta Derve ya Koreya Başûr îro Duşemê gazî balyozê Rûsî li Seulê kir ku şandina hêzên Koreya Bakurî li Ukrayna protesto bike.

Wezareta Derve bi daxuyanîyekê got ku Cîgirê yekê yê Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Kim Hong-kyun bi telefonê bi balyozê Rûsî Georgy Zinoviev re peyîvî û ji wî xwest ku leşkerên Koreya Bakurî bi lezûbezî ji Rûsyayê derkevin.

Kim got ku beşdarbûna leşkerên Koreya Bakur ya şerê li Ukrayna dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî û peymana Neteweyên Yekbûyî ye û gefên mezin li ser ewlekarîya Koreya Başûr û herêmê dike.

"Em, şandina leşkerên xwe ji Rûsya re jî di nav de, hevkarîya leşkerî ya neqanûnî ya Koreya Bakur bi tundî şermezar dikin," wezaretê li ser zarê Kim got.

Balyozxaneya Rûsya jî li ser Facebookê got ku Zinoviev ji Kim re got ku hevkarîya navbera Moskow û Pyongyang li gor qanûnên navnetewî ye û ne dijî ewlehîya Koreya Başûr e.

Rûsya heta niha rasterast ti şîrove li ser şerkirina leşkerên Koreya Bakurî li Ukrayna nedaye, lê berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov gotibû ku hevkarîya Moskow ya bi Pyongyang ne dijî welatên din e.

Lê, Kremlînê berê îdiayên Koreya Başûr red kiribû ku Koreya Bakur hin hêzên leşkerî şandine Rûsya ku dijî Ukrayna alîkarîya wê bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG