Du Kurdên Êzîdî Ayad Silêman Xidir û Zeydan Qedo ku heyşt rojan li Çîyayê Şengalê ase mabûn, qala serpêhatîyên xwe dikin.
Xidir û Qedo dibêjin, hîn bi hezaran kes li çîyê ase mane û li benda rizgarkirinê ne.
"Divê ew kesên asemayî di demeke herî kin de werin rizgar kirin jiber ku tîbûn û birçîbûn rewşa wan perîşan kiriye."
Her du kes dîyar dikin pêşmerge qet nehatine hawara wan û şervanên YPG ew rizgar kirine û birine Sûrîyê.