Bi ragihandina rêketina Bexda-Hewlêr ya ser Şengalê, hin xelkê deverê û çavdêrên herêmê ji bandora Tirkiyê û niyaza wê ya dagirkirina Çîyayê Şengalê û damezrandina bingeheke leşkerî ya Tirkîyê bi fikar in.
Izet Nuh, xwendekarê masterê zanistên sîyasî li Zanîngeha Dortmund, Almanya got ku nîyaza Tirkîyê ne bi tenê lêdan û derxistina PKKê ye ji Çîyayê Şengalê ye.
"Tirkîye hêvî dike ku têkeve deverê. Ew ji mêjve dixwaze gaveke wusa bavêje lê jiber hebûna gelek hêzan li herêmê û herweha dijberîya Amerîka û Fransayê, ew heta niha di hewla xwe de ser neketiye.