Ev çend roj in li bajarokê Şemzînan ya Hakkarî şerên giran di navbera artêşa Tirk û şervanên PKK didomin û rewşeke aloz li wê bajarokî heye.
Jiber ku hêzên ewlekarîyê dora bajêr peçandine, hatin, çûn çênabe û pir kêm agahî ji herêmê têne wergirtin.
Rojnamevan Yakup Bay ji Dengê Amerîka re dibêje ku rewşa xirab berdewam e û jiber êrîşên topan, gel li mala xwe asme maye û nikare derkeve.